MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir 2021-10-14 16:24:31   ÎZMÎR - MED-DER'ê, li Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê belgename li mezûnên HDP'ê yên qursa Kurdî belav kir.    Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), di bernameyeke ku li Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê li dar xist de belganema li rêveberên HDP'ê û xebatkarên partiyê yên ji kursên kurdî mezûn bûn, belav kirin. Hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û xebatkarên partiyê tevlî bernameyê bûn.   Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, di bernameyê de axivî û diyar kir ku kursên dersan li gorî polîtîkaya pirzimanî û pirçandî ya HDP'ê ne û wiha got: "Ji bo em hev baş fêm bikin, divê em zimanê hev fêm bikin. Em li cihê qetilkirina Denîz Poyraz in û em ê têkoşîna wî bidomînin. Di salên 90 'î de ji ber polîtîkaya asîmîlasyonê, kurdên ku koçî metropolan kirin ji zimanê xwe bêpar man. Bi hezaran Kurd li Îzmîrê dijîn, lê di kursan de hînî zimanên xwe dibin. Zimanê xwe ji bîr dike, dîroka xwe ji bîr dike, nikare pêşeroja xwe ava bike. Dewlet ji ber polîtîkaya xwe ya yek ziman, yek dewlet kurdî ji zimanê perwerdehiyê bêpar dihêle û nas nake. Em ê zimanê xwe ji Îzmîrê heta Colemêrgê biparêzin."   Piştî axaftinê belgename û pirtûkên kurdî li HDP’iyên ku perwerdeya xwe ya kurdî qedandin hatin belavkirin.