Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e 2021-10-14 16:05:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Alî Dûran Topûz, diyar kir ku ji ber niqaşên serxwebûna edîtoryal ji Gazete Dûvarê veqetiya ye.    Alî Dûran Topûz ê ragihand ku wî dev ji Gazete Dûvarê ku lê edîtoriya giştî dikir berda, têkildarî sedema derketina xwe daxuyaniyek da. Topûz ê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da, diyar kir ku sedemê îstîfa kirina wî ji ber niqaşên serxwebûna edîtoryal e.    Daxuyaniya ku Topûz da wiha ye: “Gazete Dûvar ji destpêkê ve bû geşedanên herî bi heyecan, tiral û tijî erênî yên jiyana min a pîşeyî. Ez spasdarê hevkar, nivîskar û xwendevanên xwe me ku ev yek pêkanîn. Serkeftinên Dûvarê saya wan e, û xeletiyên wê yên min in.   Her weha ez spasdarê yek ji hevrêyên xwe Omer Araz im, ku di yekemîn hevdîtina min a bi Vedat Zencir re li gel wî bû. Ez bûm şahid ku ji bo şert û mercan baş biklin pir hewl da. Piştî hîn bûm ku wî di encama nîqaşa serxwebûna edîtoriyê de îstifa kiriye, min nedikarî bimînim. Sedemê veqetandina min ev e ku em bi Vedat Zencir re li ser wateya ku jê re serxwebûna edîtoriyê tê gotin lihevnekirin bû.    Mafê her patronî heye ku li gorî dilê xwe rojnameyekê çêbike lê ji ber ku tenê fînansekirina wê dike, min nedikarî raziyî rojnamegeriya ku min ne rast didît bibim.  Bi kurtasî, naveroka xebatê hişmendiya serxwebûna edîtoryal e. Ez hewce nabînim ku bikevim nav hûrguliyên rastîn. Ez tenê dikarim bextewar bibim ku Dîwar riya xwe bi serfirazî bidomîne. Dîsa spas ji her kesî re.”