Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin 2021-10-14 15:58:55 HEWLÊR - Parazvanên mafên mirovan, diyar kirin ku divê Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bê gilîkirin û di dadgehên navneteweyî de, were darizandin.   Operasyona Tirkiyeyê ya di 23’ê Nîsanê de, li Herema Federe ya Kurdistanê hat destpêkirin, bi bikaranîna çekên kîmyewî ku li cîhanê weke sûcê mirovahiyê tê dîtin, di rojên dawî de, bû rojeva sereke. Bomberdanên giran ên di operasyonê de tên kirin, jiyana gel a herêmê tehdît dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di serî de li Kanîmasiyê û derdora wê, li herêma Behdînanê, di nava meha dawî de, 548 kes bi nexweşiyên cuda ketin. Ev kes ji ber pirsgirêkên sorbûna zêde ya çavan, dîtina şolî,  serêşa ji nişka ve, xwîn ji poz hatinê, nefes tengiyê, sorbûyîna çerim û peqikên biçûk çûne nexweşxaneyan.    Di daxuyaniya Hêzên Parastîna Gel (HPG) kir de, hat destnîşan kirin ku di demên dawî de, herî kêm 157 caran çekên kîmyewî û qedexe hatine bikaranîn.    ‘DIVÊ TIRKIYE BÊ DARIZANDIN’   Serokê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Herêma Federe ya Kurdistanê Mihemed Sabah ê ji Rojnewsê re axivî, wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa şere û ev li dijî rêgezên mafên mirovan ên sîvîlan ji çekên kîmyewî diparêzine. Divê Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bê gilîkirin û di dadgehên navneteweyî de, were darizandin.”   LAZIME GILIYÊ TIRKIYÊ BÊ KIRIN    Parazvanê mafê mirovan Sabir Ebdulrehan jî, dest nîşan kir dewleta Tirki li dijî gelê Kurd her tiştî bi kar tîne û wiha got: “Her weke çawa li Dersimê, ji bo bêdengkirinê her tişt kir. Em niha jî dibînin, di bombebarankirina li ser xaka Herêma Kurdistanê de çekên kîmyawî yên qedexekirî bi kar tîne. Lewma divê ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê were kirin.”   Ebdulrehan eşkere kir ku pêwîste bi riya Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyeyê zext were kirin û wiha bilêv kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî kiryarên Tirkiyeyê xemsare. Divê zext cidî bin û ji bo rawestandina bombebaranên Tirkiyeyê divê dakevin qadan.”