Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-10-14 15:18:52 RIHA - Şandeya KESK’ê û Platforma Demokrasiyê ya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir û hat diyarkirin ku daxwaza malbatê daxwaza wan e.  Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 220’emîn de berdewam dike. Îro jî şandeyek ji Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Êlihê û nûnerên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê pêk dihat serdana malbatê kirin. Malbatê şandeya ji Êlihê bi dowizên daxwaza edaletê pêşwazî kir.   Emîne Şenyaşar anî ziman ku li dijî neheqiya tê kirin sê sal in têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dikin û heta ku daxwaza wan edaletê bicih were dê çalakiya xwe berdewam bikin.    DAXWAZA MALBATÊ DAXWAZA WAN E   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Êlihê Denîz Topkan û Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a  Şaxa Êlihê Nurettîn Şîmşek di serdana piştgiriyê de axivîn û diyar kirin ku daxwaz û têkoşîna malbatê daxwaz û têkoşîna wan e û ew ê heta dawiyê li cem malbatêbin.    Şandeyê kêliyek li cem malbatê Nobeta Edaletê girt û pişt re ji wir veqetiyan.