Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê 2021-10-14 14:26:40   RIHA - Jinan, dan zanîn ku ew ê ji Rihayê bi awayekê bi hêz beşdarî mîtînga jinan a li Qada Îstasyona Amedê bê lidardixin bibin û gotin: “Em bi hev re bi hêzin û em ê vê yekê nîşan bidin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 16'ê Cotmehê de, li dijî "qirkirina jinan" bi şîara "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar bixin. Li Rihayê ji bo tevlîbûna mîtînga ku roja Şemiyê bê lidarxistin dewam dikin.    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hadle Ogûr, derbarê xebatên xwe de axivî û wiha got: “Ji bo tevlîbûna mîtîngê em mal bi mal geriyan û me jin vexwendin mîtîngê. Di nava jiyanê de, jin rastî hemû astengiyan tên. Emê l dijî astengiyên pêşiya jinan li qada mîtîngê bên. Di têkoşîna jinan de, me hemû bedelên giran dane ber çavên xwe. Jin tên qetilkirin û girtin. Jinan pir êş kişandin û hîna jî dikêşin. Divê jin derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Jin bi hevre bi hêzin. Emê vê hêza xwe li qadê nîşan bidin. Li qadê em ê jiyana azad biqîrîn.”    JI BO DENÎZ WÊ LI AMEDÊ BIN   Hevseroka Rêxistina Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Xelfetiyê Fatma Korkmaz a di xebatan de cih girt jî, wiha got: “Emê ji bo girtiyên siyasî yên jin û jinên hatine qetilkirin, azadiyê biqîrîn. Ji bo Denîz Poyraz em ê li qada mîtîngê bin. Emê ji bo wê li qadê bin. Di mîtîngê de, emê navê wê biqîrîn. Jin wê aştî û wekheviyê bînin ser vê erdnîgariyê.”   ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’    Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Rihayê Hatîce Gultepe jî, ev bang kir: “Ji bo ku em carek din hebûna jinan a di civakê de nîşan bidin,  emê beşdarî mîtînga jinan a Amedê bibin. Divê hemû jinên ku rastî cudakariyê tên, ji bo piştevaniyê tevlî mîtîngê bibin.”