Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn 2021-10-14 13:57:32 EDENE - Rojnameger Kadrî Bagdû  ku li Edeneyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn.    Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku di 14 'ê cotmeha 2014'an de dema li Taxa Ova ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê rojname bi bisiqletê belav dikir ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hat bibîranîn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, malbata Bagdu, parêzer Tûgay Bek, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Karakaş, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edenê Parêzer Yakup Ataş, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenizê (AYKAY-DER) Mehmet Mîrza Koklî, Dayîkên Aştiyê, rojnameger û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn.    'BILA BÊN DARIZANDIN’   Beşdaran qurnefîl, rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşamê danîn ser gora Bagdû. Di bîranînê de destpêkê Hevserokê AYKAY-DER'ê Mehmet Mîrza Kokli axivî û diyar kir ku Bagdu tenê ji ber ku rojname belav kiriye hatiye qetilkirin û ew ê ji bo darizandina kujeran têbikoşin.    Hevsera Bagdû Şemsê Bagdû jî spasiya kesên ku ew bi tenê nehiştin kir û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman û xwest kujer bên darizandin.    'DOSYA 7 SAL IN DI NAVA TARÎTIYÊ DE YE'    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî diyar kir ku 7 sal in kujerên Bagdû yên tên zanîn nehatine darizandin û wiha got: "Ev doz nayê girtin, lê kujerên dewletê nehatin darizandin. ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin û kujerên wî ji aliyê hikûmetê ve tên parastin. Delîla vê yekê jî ew e ku ev 7 sal in dosya di nava tarîtiyê de tê hiştin. Ji Apê Mûsa heta Gûrbetellî Ersoz, Cengîz Altûn heta Hafiz, Nazim û Kadrî Bagdû şehîdên çapemeniyê hemû şervanên rasteqîn bûn. Em ê heta hetayê şopdarên wan bin."