MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin 2021-10-14 13:36:20   AMED - MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dixwazin têkiliyên girtiyan û malbatan qût bikin û bi gotina “Ji tiştên qewimîn re bêdeng mayîn, hevkariya sûcan e” herkesî vexwendin ku ji girtîgehan re bibin deng.    Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med’ê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin daxuyaniyeke nivîskî da. MED TUHAD-FED’ê  diyar kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de dest pê kir û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bû re li girtîgehan gelek bêhiqûqî hatin pêkanîn û wiha got: “Dûre pandemî kirin firsat û hemû girtîgeh vegerandin qadên tecrîdê.”   ‘DIVÊ CIVAK JI GIRTÎGEHAN RE BIBIN DENG’   MED TUHAD-FED’ê da zanîn ku bi polîtîkayên nû yên li girtîgehan tên pêkanîn, girtî bi awayekî herî giran tên cezakirin û wiha berdewam kir: “Bi sedan serlêdan li saziya me tên kirin û zêde dibin. Ev jî nîşan dide ku pêkanîn ji hev ne cuda ne. Divê ji van pêkanînên bi awayekî sistematik didomin re hemû civak bibe deng. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Ji tiştên qewimîn re bêdeng mayîn, hevkariya sûcan e.”   DIXWAZIN TÊKILIYA DERVE WERE QÛTKIRIN   MED TUHAD-FED’ê bi bîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di 3 û 4’ê Cotmehê de sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Gelek girtî ji Girtîgeha Kirikkaleyê, sewqî Girtîgehên Tekîrdag, Kandira, Kiriklar, Sîlîvrî, Sîncan, Antalya û gelek girtîgehên din bûne. Hat diyarkirin ku sirgûn bi awayekî serdegirtina odeyan de çêbûye, girtiyên ku sirgûn bûne nikarîn cilên xwe jî bigirin. Girtiyên ku bi vî awayî sirgûn bûne li girtîgehên ku çûnê nikarîne pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bînin. Hem bi serlêdanên li me hatin kirin û hem jî bi serdanên parêzeran re derket holê ku li girtîgehan her maf tê astengkirin. Di vê qonaxê de, tê dîtin ku polîtîkayên sirgûnê yên ku di van demên dawîn de hatine jiyîn her ku diçe zêde dibin. Mînaka li Girtîgeha Kirikkale tê dîtin ku her cûre polîtîkayên sirgûnê bi hinceta 'ewlehiyê' bi rengek çalak têne meşandin. Lê dema girtî dixwazin sewqî girtîgeheke din bibin bi hinceta pandemiyê sewq nayên kirin. Bi zelalî tê dîtin ku polîtîkaya sirgûnê ya ku di vê çarçoveyê de tê meşandin û dûvre jî cezayên dîsîplînê yên domdar têne armanc kirin ku têkiliya derve bi tevahî were qûtkirin.”     ‘LÊGERÎNA TAZÎ HAT FERZKIRIN’     MED TUHAD-FED’ê da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan li dijî hiqûqa navnetewî ne û wiha domand: “Di serî de li Girtîgeha Kirikkaleyê tiştên li hemû girtîgehan diqewimin bi armanca qutkirina têkiliya girtiyan û malbatên wan, dûrxistina wan a ji civakê û binpêkirinên mafan ên di encamê de neqanûnî ne. Di encama sirgûnan de, li girtiyên ku nekarîn tiştên xwe jî bistînin, lêgerîna tazî lê ferz kirin, rêgezên pandemiyê û rûmeta mirovî paşguh kirin û girtiyên ku vê helwestê qebûl nekirin rastî lêdanê hatin.”     JI WEZARETA DADÊ RE BANG   MED TUHAD-FED’ê, diyar kir ku bi hinceta giştînameya ku ji Wezareta Dadê hatiye şandin, bi taybetî li girtîgehên Rihayê û Tarsûsê, guherandina odeyan hatiye kirin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên di bin tecrîdê de bi temamî hatine tecrîd kirin. Bi ser qawişan de girtine û bi lêdanê qawiş guhertine. Divê Wezareta Dadê demildest dest ji van pêkanînan û pêkanîna cezayê di nav cezayê de berde. Pêdiviye ku hemî pirsgirêkên lezgîn ên weke îşkence, lêgerîna tazî, lijneya halê baş û girtiyên nexweş demildest bên çareser kirin. Em bang li herkesî dikin ku li dijî pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin hestiyar bin.”