Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane 2021-10-14 13:34:55   RIHA - Parêzerên Baroya Rihayê çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Jimara 2’yan û diyar kirin ku girtî di 7’ê cotmehê de bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane.     Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî îşkence û muameleya nebaş a li girtiyên li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T Jimara 2’yan dimînin hatiye kirin raporek amade kir û raporê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat gotin şandeyek ji endamên Navenda Mafê Mirovan a Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê pêk tê, çûne girtîgehê û lêkolînan kirine. Di raporê de hat diyarkirin ku parêzer li qawîşên cuda bi 7 girtiyan re hevdîtin pêk anîne. Di raporê de cih dan van beyanên girtiyan: Di 7’ê cotmehê de midurê 1’emîn û 2’yemîn ên girtîgehê, gelek gardiyan û cendirme (bi kask, baton, mertal) saet derdora 9.30’an bi ser qawîşên mêran de girtine. Saet di 15.30’an de jî bi ser qawîşa jinan de hatiye girtin. Hişyariya ‘Ji ber giştînameyek/sepandinek li seranserê Tirkiyeyê, em ê qawîşên her kesî biguherînin, em ê di nav nîv saetê de qawîşên we biguherînin’. Heqaret û zextan li me kirin û pişt re êrişî kirin û îşkence û muameleya xerab li me kirin. Heta korîdoran me kaşkirin.”    ÎŞKENCE HATIYE KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku gardiyanan hêzek serdest bi kar anîne û îşkence û muameleya xerab li girtiyan hatiye kirin. Di raporê de hat gotin muameleya derveyî rûmeta mirovahiyê li girtiyan hatiye kirin û di nava girtiyên bi vê muameleyê re rûbirû mane yên nexweş û extiyar jî hene. Di raporê de banga bidawîkirina îşkence û muameleya xerab a li ser girtiyan hat kirin.