Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin 2021-10-14 12:53:43   AMED - Dozger derbarê Serokê Komeleya Sarmişikê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Şerîf Çamçi de heta 15 salan cezayê hefsê xwest. Çamçi di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de tê darizandin.    Serokê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK’ê hatibû girtin Mehmet Şerîf Çamçi bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Danişîna 10’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Çamçi beşdarî dozê nebû û parêzerên wî Mesût Beştaş û Mehmet Oner amade bûn.    Dozger di danişînê de mutalaya derbarê Çamçi de amade kiribû pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger di îdianamyê de îdia dike ku Çamçi bi armanca xebatên rêxistinî beşdarî xebatên KCD’ê bûye û tevlî civîn û çalakiyan bûye.    15 SAL CEZA HAT XWESTIN    Dozger xwest bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê li Şerîf Çamçi were birîn.    Parêzeran pişt re got ji bo ew dikaribin li dijî mutalayê parastinê bikin dem xwestin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê mijdarê kir.    Komeleya Sarmaşikê li Amedê piştevanî û alîkariya malbat û kesên xizan dikir û di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.