Doza rojnameger Şahîn taloq bû 2021-10-14 12:52:43 AMED - Di doza ku rojnamevan Mehmet Şahin bi "rêxistinkirin û rêvebirinê" dihat sûcdarkirin de, piştî derbaskirina kêmasiyên di dosyayê de, biryar hat dayîn ku li şahidên veşarî guhdarî bê kirin.  Bi angaşta ku di navbera salên 2010-2013’an de li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat kiriye, daxuyaniyên çapameniyê ku tevlî bûye, hevdîtinên bi çavkaniyen nûçeyan re bi sûcdariya “avakirina û rêvebirina rêxistinê” doz li rojnameger Mehmet Şahîn hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    Şahin û parêzerê xwe Resûl Tamûr tevlî danişînê bûn. Rapora ku debarê guhdarkirina dengê Şahîn de ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatibû amadekirin li danişînê hat xwendin û li dosyayê hat zêdekirin. Piştre dozgeriyê mutalaaya xwe ya ku di 24’ê qanûna 2020’an de xwendibû û bi sûcsariya “endamtiya rêxistina çekdar” xwestibû Şahîn bê cezakirin dubare kir. Şahin û parêzerê xwe Tamûr ji bo ku rapora ATK’ê lêkolîn bikin û li dijî vê parastin bikin daxwaza demê kirin.    Serokê dadgehê daxwaza demê ya Şahîn û parêzerê wî Tamûr qebûl kir û danişînê taloqî 3 'ê sibata 2022'an hat kirin.