Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin 2021-10-14 12:07:18 RIHA - Malbata Şenyaşar a li pêş edliyeyê 220 roj in Nobeta xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Em ê bi berxwedan û piştevaniyê edaletê bînin."    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 220’emîn de didome. Malbatê şûna pankartên ku ev 20 roj in ji bo lêpirsînê hatine binçavkirin, yên nû anîn cihê nobetê.   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku pankartên ku polîsan di roja 200’emîn de dest danîbûn ser, qasî 50 rojan li pêş edliyeyê vekiribûn û wiha got: “Lêgerîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê di bin zilmê de berdewam dike. Di roja 200’emîn a nobeta me de dest danîn ser pankartên me. Pişt re ‘sewqî dozgeriyê kirin’ 20 roj in pankartên me nadin me. Ji ber ku pankart nedan me yên nû amade kirin. Daxwazên me yên mafdar li ser wan pankartan hene. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek hat kirin, heke em dewleta hiqûqê bin divê pêwistiya wê em bi cih bînin. Em tenê edaletê dixwazin. Şûna ku polîs û endamên darazê daxwazên me bicîh bînin bi pankartên me ve mijûl dibin. Ji bo ku me ji edliyeyê dûr bixin tişta ji destê wan tê dikin. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji vir neçin.”   ‘EM DEST JI DAXWAZÊN XWE BERNADIN’   Şenyaşar, da zanîn ku birayê wî Fadil Şenyaşar ê 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de dimîne û wiha berdewam kir: “Heke birayê min bi awayekî bêalî hatibûya darizandin niha di navbera me de bûya. Li ser dosyayê biryara veşartî heye. Em dest ji her du daxwazên xwe bernadin. Heta ku daxwazên me neyên pêşwazîkirin em ji vir naçin.”   BERXWEDAN 220 ROJ IN DIDOME   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bi wêneyên pankartên xwe yên nû re ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 220’emîn de didome. Ji ber înada kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê edalet tune ye; em ê bi berxwedan û piştevaniyê edaletê bînin.”