Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye 2021-10-14 12:03:07 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser daxuyaniyên desthilatê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û têkildarî mijarê ev tişt got: "Ev gur e gura şer ji bo fetisandina siyasetê û kûmpasa li dijî muxalefetê ye. Bi awayekî wêrek serdeçûyîna van şaşiyan peywira rasteqîn a siyasetê ye."   Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê, civîna çapameniyê ya heftane ya partiya xwe li dar xist û geşedanên rojanê yên siyasî nirxand. Di rojeva Gunay de salvegera damezrandina HDP'ê, gefên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hebûn. Destpêka axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser salvegera damezrandina partiya wan û destnîşan kir ku wê vê hefteyê 9’emîn (nehemîn) salvegera avakirina partiya xwe pîroz bikin.   9'EMÎN SALVEGERA HDP'Ê    Gunay, 9’emîn salvegera partiya wan li gel, xebatkar û hezkiriyên HDP'ê pîroz kir û wiha got: "HDP roj bi roj mezin dibe, meh bi meh bi hêz dibe, sal bi sal bi pêş dikeve. Ji Edîrneyê heta Îdirê, HDP hêvî û baweriya gelan, jinan, ciwanan û bindestan e. Meşa me ya azadî û demokrasiyê didome. Ew meş heta serkeftinê wê bidome û tu carî nasekine. Em bernadin vê dîlan û govenda azadiyê. Em bernadin vê meydanê. Em dest bi dest, mil bi mil vê govendê mezin dikin."   'HDP XELAS NABE'   Derbarê êrişên ku li dijî partiyan tên kirin de jî Gunay, destnîşan kir ku bi êrişên hewl tê dayîn ku HDP'ê bê bedengkirin û ev tişt anîn ziman: "Loma hevserok, parlementer û endamên HDP’ê avêtine zindanan. Bi hezaran HDP’yî girtin. Gotin em ê bi heps û zindanan HDP’ê xelas bikin, lê roj bi roj dibînin ku HDP xelas nabe û îro bûye kabûsa wan. HDP hemû hesabên wan tarûmar dike. Loma, xezeba wan, ji tirsa dilê wan tê. Ez careke din bibêjim; riya HDP’ê riya azadî, aştî û demokrasiyê ye. Riya HDP’ê riya siberojeke xweş û rengîn e. HDP baxçeyê gelan, baweriyan û nasnameyan e. Pîroz be!"   GEFÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ   Gunay, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên desthilatê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û têkildarî wiha pê de çû: "Ev gur e gura şer ji bo fetisandina siyasetê û kûmpasa li dijî muxalefetê ye. Bi awayekî wêrek serdeçûyîna van şaşiyan peywira rasteqîn a siyasetê ye."