Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin 2018-02-14 09:12:51 STENBOL - Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Civakî Melda Onur, bertek nîşan tahliyeyeya berpirsên şewata wargeha Aladagê da û diyar kir ku dixwazin ser hovîtiyê bigirin. Li navçeya Aladagê ya Edeneyê, di 29'ê Mijdara 2016'an de di wargeha keçan a cemaeta Suleymaniyan de şewat derketibû. Di şewatê de 11 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî doz hat vekirin, ji 6 bersûcan 4 bi şertê "kontrola edlî" serbest berdan. Di salên dawî de di yurdên wiha de piştî bûyerên şewat û îstismara zayendî zêde bûn, çavê raya giştî vegeriya ser van yurdan. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Civakî Melda Onur, ya bi malbatên 11 zarokan û parêzeran re têkoşîna hiqûqî didin, tahliyeya 4 kesan nirxand.   ‘SÛC GIRAN E, DIXWAZIN LI SER BIGIRIN’   Onur aşekra kir ku di pêvajoya dozê de gelek binpêkirinên mafan qewimî ne û ev tişt got: "Di demek kin de yurd hilweşandin, hesabên malbatan bi dest xistin, hin kesan xwest pere razînin hesabên wan... Ev hemû tişt jî didin nîşan ku li ser sûc bigirin. Tahliyeya van kesan ji zûve çêbûbû, lê li ser itirazên parêzerên me girtî man. Emê ji van tahliyeyan re itiraz bikin. Di yurdê de kontrol nehatiye kirin û heta wezîr jî xwedî li vê derewê derdikevin, ev jî dide nîşan ku sûc giran e."   ‘ZAROK KIRIN QURBAN’   Onur destnîşan kir ku zarok kirin qurbanê şerê cemaet, olperest û dijberiya perwerdeya layîk û ev tişt anî ziman: "Yurdên qaçax dişewitin û diçin, her dem yên di van kursan de dişewitin, bi îstismarê re rû bi rû dimînin û dibin qurban jî zarok in. Rewşa ku îro welat hatiyê ev e."   ‘HIKUMET SÛCÊ XWE VEDIŞÊRE’   Onur da zanîn ku AKP nivşekî ku lêpirsîn nake û stû tewandî dixwaze, mînaka 115 zarokên du canî yên li Nexweşxaneya Kanunî Sultan Suleyman bi bîr xist. Onur di vê der barê de ev tişt got: "Der barê van îstismaran de, me tu gotineke bi wêrek ji devê hikumetê nebihîst û ev bûyer lanet nekir. Piştî bertekên raya giştî zêde bûn, wezîr bi dengekî kêm daxuyanî da. Ji ber ku her kesên ku ji bo wan dengê hilbijartinê bin û alîgirê wan bin, li ser sûc digirin."   Onur derbirî ku divê desthilatdarî zarokan nekin qurbanê polîtîkayên xwe û wiha pêde çû: "Di vê der barê de barekî giran dikeve ser dayik û bavan jî. Di vê serdema ku civak bi her awayî hatiye dorpêçkirin, divê ji derveyê mufredata deformeyî, em li malê li gorî perwerdeya gerdûn û zanyariyê hin tiştan bidin pêşiya zarokan. Divê em rêyên cuda bibînin ku zarok xwe bigihînin huner, muzî û perwerdeya gerdûnî nê. Divê em hişmendiya ev cîhan ne ya me tenê, ya hemû zindiyên û vê rastiyê hînê wan bikin. Ev zehmet e, lê pêwîst e."   MA / Necla Demîr