Ji bo fatîheyekê 5 TL didin! 2018-02-14 09:12:16   MÊRDîN - Tirbeya Sultan Şêxmûs a ji aliyê Wekfa Parastina Cihên Dirokî ya Çandî ve hatiye tescîlkirin, gundiyan ev der vegerand navenda bazirganiyê. Kesên ku xwe wekî peywîrdarên ewlehiya tirbeyê didin nasîn, welatiyên ku tên serdana tirbeyê ji wan pere distînin.    Tirbeya Mûsa bin Mahîn ez-Zûhî li herema Mêrdînê wekî Tirbeya Sultan Şêxmûs tê zanîn. Lê hin kesan ev der veguherand cihê bazirganiyê. Kesên ku li ber deriyê tirbeyê xwe wekî peywîrdarên ewlehiyê didin naskirin, ji welatiyên tên serdana tirbeyê di bin navê erd pêpes kirinê de 5 TL ji wan distînin.       PERE LÊÇÛNÊN TIRBEYÊ DIDIN!   Kesên bi hinceta ji bo êwirgeha wesatiyan pere ji gel distênin, îdia kirin ku pereyê di heman demê de ji bo lênêrîn, tamîrat û paqijiya tirbeyê digirin. Heman kesan lêçûnên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qebûl nekirin û îdia kirin ku xwediyê tirbeyê gundiyên Sultanê ne û ji ber vê yekê pere ji gel distênin.   'GIRÊDAYÊ ŞAREDARIYÊ YE'   Miduriyeta Heremî ya Wekfa Parastina Cihên Dîrokî ya Çandê, da zanîn ku tirbe tescîlkirî ye û girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Serokatiya Daireya Pêşxistina Çavkaniyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê aşkera kir ku karmendên wan li tirbeyê tûne ye û ev tişt got: "Heta niha me nizanibû ji serdanên tirbeyê pere tê girtin."   ŞAREDARÎ: BAWER DIKIN KU HATIYE QEYDKIRIN   Serokatiya Daireya Pêşxistina Çavkaniyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, der barê mijarê de îdia kirin ku dahat û lêçûnên tirbeyê girêdayî Wekfa Parastina Cihên Dîrokî ya Çandê ye û û ev wiha got: "Bes şaredarî ji bo paqijiyê piştgiriyê dide. Lê tu eleqeya me bi standina pereyên êwirgeha wesayîtan tûne û em ne bawerim ku ji derveyê qeydê pere bê standin.”   Rayedarê şaredariyê bi lêv kir ku heke serlêdaneke giliyan a bi nivîskî bê ber destê wan, dê der barê rewşê de lêkolînê bikin.   Her hefte ji bajarên heremê bi hezaran kes tên serdana tirbeyê û ev kes ji bo ku pere ji bo parka maşîneyan nedin, wesayîtên xwe li ser rêya mezin dihêlin û heya tirbeyê dimeşin.