Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir 2018-02-14 09:08:24 MÊRSÎN – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji ber ku li Mêrsînê tundiya li dijî jinê rexne kiribû û bertek nîşanê qeyûman dabû ji 5 mehan heta 5 salan doz lê hat vekirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Giştî Sebahat Tuncel, di 28'ê Îlona 2016'an de li ber Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê axaftinek kiribû. Dozger ji ber vê axaftinê doz vekir. Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînê de îdianameya 2 rûpelan amade kir û 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê îdianame qebûl kir.   Ji ber ku Tuncel di axaftina xwe de tundiya li dijî jinê û polîtîkayên AKP'ê şermezar kiribû, bi îdiaya "Dewleta Komara Tirkiyheyê, Hikumeta Komara Tikiryeyê, Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê, Teşkîlata Emniyet û Leşkerên Dewletê bi elenî piçûk xistiy", ji 5 mehan heta 5 salan ceza jê re tê xwestin.   Dê danişîna dozê ya yekemîn di 21'ê Adarê de bê dîtin.   'DIVÊ CEZA BIDIN SEROKWEZÎR'   Di îdianameya 2 rûpelî de, axaftina Tuncel a der barê şideta li dijî hemşîre Ayşegul Terzî de wekî sûc hat dîtin. Ayşegul Terzî di 16'ê Îlona 2016'an de li Stenbolê di maşîneyê de bi êrîşa mêrekî re rû bi rû mabû.   'DOZ DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE'   Ji derveyê axaftinên der barê hemşireyê de, axaftinên Tuncel li ber Şaredariya Akdenîzê kiribû jî dozger sûc dît. Tuncel di axaftina xwe de pêkanînên OHAL'ê şermezar kiribû.   Parêzera Tuncel Sebahat Gençtarîh, aşkera kir ku îdianameya ku der barê miwekîla wê de amade kirine, dijî hiqûqê ye û ev tişt got: "Di axaftinên miwekîla min de tu tiştekî bibe sedema sûc tune. Tuncel hevseroka partiyeke siyasî ye û fikrên xwe aniye ziman. Di têkoşîna jinê de kedeke wê ya mezin heye û ji ber ku vê têkoşînê şideta li dijî jineke di otobusê de rexne kiriye. Dîsa tiştekî dinê ku rexne kiriye, îcadên qeyûman in. Ev doza der barê miwekîla min de dijî demokrasiyê ye."   Gençtarîh, da zanîn ku divê her kes li dijî vê bê hiqûqiyê di 21'ê Adarê de tev li danişîna dozê bibe û piştgiriyê bide Tuncel.   MA / Ergîn Çaglar