Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû 2018-02-13 18:37:04   STENBOL – Rojnameger Çagdaş Erdogan ê bi îdiaya li Kadikoyê wêneyê tesîsên civakî yên MÎT'ê kişandiye hatibû girtin, tahliye bû.   Rojnameger Çadgaş Erdogan li Kadikoya Stenbolê bi îdiaya wêneyên tesîsên civakî yên Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) kişandiye, di 2'yê Cotmehê de hatibû binçavkirin û di 13'ê Cotmehê de hatibû girtin. Bi îdiaya Erdogan "Endamê rêxistinê y" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" cara ewil derket dadgehê. Danişîna dozê ya li 33'yemîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin, Erdogan li dadgehê amade bû. Parêzer û malbata Erdogan jî li salona dadgehê bûn û doz şopandin.   Piştî parastina Erdogan parêzerên wî parastin kirin û ji miwekîlê xwe re tahliye xwest. Serokê dadgehê dem bi dem axaftinên parêzeran qut kir. Di vê navberê de di navbera parêzer û serokê dadgehê de nîqaş derket.   Piştî parastina parêzeran, dozger mutalaya xwe xwend. Dozgerê mutalayê xwest Erdogan girtina wî dewam bike. Heyeta dadgehê biryara tahliyeya Erdogan da û doz taloqî 1'ê Hezîranê kir.