Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn 2018-02-13 18:10:46 AMED - Dadgehê ji 22 kesan li 4 kesên endamên "Înîsiyatifa Meşvanên Aştiyê" yên ji bo qedexa li ser Sûrê bi dawî bibe di kanûna 2015’an de meşa aştiyê pêk anîbûn, ceza birî.    Li Navçeya Sûrê ya Amedê di 31'ê Kanûna 2015’an de bi armanca êrîşa li ser Sûrê bi dawî bibe, endamên "Înîsiyatifa Meşa Aştiyê" meşa aştiyê lidar xistibûn. Koma meşa aştiyê ku di navde endamên Înîsiyatifa Dimeşim Aştiyê ya ji Bodrumê heta Amedê meşvanên aştiyê hebûn ji bo dawi li şerê Sûrê bê meşiyabûn. Di meşê de der barê 22 kesan de doz hat vekirin û ji bo her kesekî ji 7,5 salan heta 18 salan ceza dihat xwestin. Danişîna doza 22 kesên ji bo aştiyê meşiya bûn li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Kesên serbest tên darizandin tev li danişîna dozê nebûn. Tenê parêzerê wan tev li danişînê bûn. Dozger der barê bersûc Metîn Şahîn de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê" û “teqemenî li ser xwe gerandine" xwest bê darizandin. Dozger der barê bersûc Aziz Kiliç, Mazlum Dogan Guzel, Pinar Ogrencî û Haydar Daricî de jî bi sedema di medya civakî de parve kirine bi sucdariya "Propaganda rêxistinê" xwest bên darizandin. Dozer der barê Pinar Ogrencî de jî bi sedema li gorî xala 301'an a TCK’ê sûc kiriye xwest der barê wê de serlêdana sûc bê kirin. Dozger der barê 18 kesên din de jî xwest bên beraetkirin.    Heyeta dadgehê piştî li parastina parêzeran jî guhdar kir û biryar da. Heyeta dadgehê der bersûc Metin Şahin de bi heman tawanbariyê 3 sal û 1 mehek û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê der barê Aziz Kiliç, Mazlum Dogan Guzel, Pinar Ogrencî û Haydar Darici de jî bi sucdariya “Propaganda rêxwistinê kiriye" ceza birî. Heyata dadgehê der barê Baran Ok, Aslan Aydogan, Mehmet Akin, Semra Guzel, Yekbun Avşar, Sedat Karaman, Yusuf Kiliç, Savaş Atli, Emine Canturk Gunduz, Salîh Yilmaz, Pinar Ercan, Şahîn Atalay, Muharrem Polat, Arzu Erdemir, Emrah Tekin, Îbrahim Yavuz,  Îbrahim Çiçek û Mehmet Şerif Demir de jî biryara beraetê da. Heyata dadgehê ji bilî Metin Şahin ji bo hemû kesên  ji sucdardiya “entamtiya rêxistinê" û “muxalefet ji zagona meş û xwepeşandanê re kiriye" biryara beraetê da.