Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin 2018-02-13 16:15:42 EFRÎN – Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de li gundê Hêkiçê ya girêdayî herêma Cindirêsê ya Efrînê 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.  Êrîş û topbarana hewayî û bejayî ya TSK'ê û komên girêdayî wê ya li ser Efrînê di roja 25'an de berdewam dike. Leşkerên girêdayî TSK'ê di saetên serê sibê de gundê Hêkiçê topbaran kirin. Di êrîşê de jinên bi navê Cûriye Ebd El-Hemûd û Fehmiye Hemade jiyana xwe ji dest dan. TSK'ê îro navenda bajarê Efrînê topbaran kir û welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da. Gelek welatî jî birîndar bûn.