Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin 2018-02-13 15:51:23 MELETÎ - Polîsan bi ser avahiyên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Meletiyê de girtin û 7 saetan lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerinê rêveberên partiyê binçav kirin.   Polîsan serê sibê bi ser avahiyên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Meletiyê de girt, ji saetên 07.00’ê sibehê haya 14.00’ê nîvro lêgerîn kirin. Polîsan dest danîn gelek kovar, rojname û belgeyên partiyê. Polîsan deriyên kîlîtkirî bi çîlîngîran şikandin û belgeyên li van odeyan kirin çuwalan û bixwe re birin. Piştî lêgerînê polîs ji avahiyên partiyan derketin.     Di çarçoveya operasyonê de binçavkirinên li navendê didomin û navên hesên hatin binçavkirin wihane: Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya, Hevserokê DBP’a Meletiyê Mahmut Bîlgîç, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Battalgazî Abuzer Adiyaman û endamên partiyê Halîse Kizil, Sîbel Yaylagul, Bulent Karataş, Alî Dogan, Kamil Şahîn, Hasan Kaya û rêveberên ÎHD’êHsabn Şahin  hatin binçavkirin.    Hinceta binçavkirinan nehat zanîn û hat hînbûn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.