Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê 2018-02-13 13:51:00 XARPÊT– Biryara yekkirina dosyeya doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a li Xarpêtê ku 7 sal ceza jê re tê xwestin û ya doza wî ya li Enqerê ku ji ber wê girtiye hat wergirtin.  Di 28'ê Îlona 2013'an de ji ber axafitina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a di dema vekirina avahiya BDP'a Palû ya Xarpêtê de doz lê hatibû vekirin û ji salekê heta 7 salan doza cezakirina wî dihat xwestin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Xarpêtê pêk hat. Ji ber dê sibê doza Demîrtaş li Enqereyê pêk bê, Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê birin û Enqereyê ji ber vê tev li danişîna vê dozê nebû. Tenê parêzerê wî Sertaç Bûlûttekîn beşdarî danişînê bû. Dadgehê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Enqereyê ku hat xwestin dosye bên yekkirin lê hat redkirin xwend.    Parêzer Bûlûttekîn di danişînê de axivî û bi bîr xist ku dosyeya Demîrtaş ji ber wê girtiye, ji ber axaftinên wî yên li bajarên cuda ji 31 fezlekeyan pêk tê û ji van fezlekeyan yek jê jî li Xarpêtê hatiye amadekirin. Bûlûttekîn, xwest dosyeya doza li Xarpêtê û dosyeya doza Demîrtaş a li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Enqereyê bê yekkirin.    Dozgerê danişînê jî xwest doz bê yekkirin. Heyeta dadgehê ya biryara xwe ya navberê daxuyand, bi hinceta di warê huqûqî û fiîlî de pêwendî di navbera doza Demîrtaş a li Xarpêtê û ya li Enqereyê de heye, biryara bi awayekî resen yekkirina dosyeya dozê da. Dadgehê dosyeya doza li Xarpêtê girt û ji bo divêtiyên dosyeyê bi cih bên biryar da ku dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Xarpêtê re bê şandin.