'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’ 2018-02-13 13:50:14 EFRÎN - Welatiyên gundên Xidiriyê yên ji ber êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO berê xwe dan Efrînê gotin: "Em li vir in. Bila Erdogan vala vala xwe mijûk neke."  Operasyon û  êrîşên Hêzên Çekedarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 25’emîn de berdewam dikin. Gundiyên li ser xeta sînor gundê xwe terk kirin û komên OSO bi dizî û talankirinê tewambar dikin. Welatiyên gudê Xidiriye yê navçeya Bîlbîlê ya Efrînê, diyar kirin ku hêzên hêrîşî Efrînê dikin, gundiyên digirin îşkence dikin û diziya malên gundiyên gund terk kirin dikin.    Yek ji malbatên gundê Xidiriyê Şêxo, da zanîn ku gundê wan bi bombebaranê rûxandin, sewalên wan dizîn û malên wan talan kirin. Malbata Şêxo, anî ziman ku wan di berxwedana çand rojan de kurê xwe Mahîr Şêxo yê 30 salî winda kirin û di maleke li Efrînê de mêvanin û bi 4 malbaran re jiyana xwe berdewam dikin.    ‘EV DIZ Û KUJERIN’   Bav Fewzî Evdo Şêxo (55), diyar kir ku komên TSK û OSO ne şerkerin, dîz û kujerên. Bav Şêxo, bûyerên hatin serê wan wiha vegot: “Leşkerên tirk û çeteyan êrîşî gund  û malên me kirin. Hemû alavên me dizin û şewitandin. Tirki bi destên xwe yên qirêj zarokên em qetil dikin. Em necar man ku bên Efrînê. Dixwazin em ji gund, cih û warên me derxin. Lê em naçin tu cihekê din. Ev der axa meye. Axa pîr û kale meye. Bi salane em li ser vê axê dijîn. Hemû mirîşik, sewel û traktorên me birin. Erdogan û çeteyên wî terorîstin. Jin, zarok, pîr û kalan qetil dikin.”   DAYÎKEK EFÎRÎNÎ: BI ME HELEPÇE DAN JIYÎN    Dayîka Asiya Evdo Şêxo jî, hestên xwe wiha anî ziman: “Erdogan zarokê min qetilkir. Helepçe bi me dan jiyîn. Ger em serê xwe bixin bin konekê jî dê werin wê konê jî bombebaran bikin. Erdogan bûye belaya serê cîhanê. Gelo kes nikare tiştekê ji wî bike?”    ‘BILA VALE VALE MIJÛL NEBE'   Malbata Oxir a ji 7 kesan pêk tê jî, bi malbata Şêxo re di heman mala li Efrînê de dijî, diyar kirin ku hêzên TSK û OSO sewalên wan dizîne Endama malbatê ya herî pîr Mewlûde Oxir (65) jî, tiştên jiyîn wiha vegot: “Ez tu gotinê nabînim ku ji Erdogan re bibêjim. Sewal û mirîşkên me dizîn. Ev ji şer fam nakin. Ji bo talanê tên şer dikin. Ka bila mîna kurdan şer bikin, wê demê em ê bibînin. Ev nanê devên zarokên me didizin. Ka bila werin li Çiyayê kurmênç şer bikin û em wan bibînin. Vaye em li Efrînê ne. Şehîdên me hene. Zarokên me hene. Ka çiyê wan heye? Bila Erdogan vale vale xwe mijûl neke. Vaye em li virin.”   MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan