Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê 2018-02-13 13:04:28 EDENE – Platforma Jinan a Edeneyê, li Yuregîrê zaroka rastî îstîsmarê hat şermezar kirin û gotin ku ew ê bibin şopdarê dozê.  Platforma Jinan a Edeneyê, îstîsmarkirina zaroka 3 salî a li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ku ji aliyê Sedat Keser ve pêk hat şermezar kir. Platformê têkildarî bûyerê li avahiya Şaxa Egtîtîm Senê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salonê pankarta “Bes e zarok bêdeng e tu bêdeng nebe, tacizkar ne parêz e” daliqandin. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Li ser navê jinan endama Platformê Pelîn Çîçek diyar kir ku her roj bi nûçeyên îstîsmarkirina zarokan bi hejînê ji xewê şiyar dibin.    ‘BÛYER NE TESADÛFÎ YE’   Çîçek destnîşan kir ku sererastkirinên qanûnên nû yên AKP’ê û pêkanînên bêcezakirina darazê pêşî li îstîsmarkirinê vedikin û got: “Sedat Keser di îfade xwe de dibêje ‘min alkol vexwaribû.’ Em hêvî dikin ku dê cezayê herî giran bidin îstîsmarkar. Em dizanin li ser hişê xwe vê îstîsmarê pêk aniye û ne tesadûfî ye. Ev îstîsmar û gelek îstîsmarên wek vê di encama polîtîkayên hikumeta AKP’ê de derdikevin holê. Hilberîna polîtîkayên zayendî, paşverû û dijminahiya jin û zarokan e. Ev polîtîkayên paşve rû bi zanebûn pêk tên û dixwazin civakê bikin parçeyek polîtîkaya civaka girtî.”    ‘EM Ê BIBIN DENGÊ QÊRÎNA BÊDENG A ZAROKAN’    Çîçek da zanîn ku êdî ew li her deverê jiyanê naxwazin nûçeyên îstîsmarkirinê bibîhîzin û wiha got: “Divê polîtîkayên heyî bên guhertin. Lazim e cezayên pêwîst bê dayîn. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê deng bidin her qêrînek bêdeng a zarokan. Em ê wek Platforma Jinan a Edeneyê bibin şopdarê vê bûyerê û bibin şopdarê hemû bûyerên din jî.”