Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn 2018-02-13 13:03:13 AMED - Di doza Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku ji ber tevlêbûna meşa ku hat derpêşkirin li ser banga Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê de hatiye lidarxistin bûye lê hatibû vekirin, dozgeriyê mutalaa da û xwest Beştaş bi 25 salan bê cezakirin.  Bi hinceta tev li protestoya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ku di 2014'an de ku ji bo Kobaniya ku di bin êrîşa DAIŞ'ê de bû kir û protestokirina "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê bûye, der barê Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê de doz hatibû vekirin. Danşîna 4'an a doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Amedê pêk hat de, Beştaş bi "endamtiya rêxistinê", "Tehrîkirina ji bo sûc", "Beşdarbûna meş û civînên derî qanûnî" û "Teşwîqkirina gel a ji bo meş û civînên derqanûnî" tê tawanbarkirin. Beştaş tev li danişîna 4'an nebû, tenê parêzerên wê li danişînê amade bûn.    Di dnaişînê de dozgerê danişînê mutala berpêşî heyeta dadgehê kir. Savci derpêş kir ku Beştaş Parlementera HDP'ê ya Edeneyê û endama MYK'ê ya HDP'ê ye û bangawazî li ser hesabê Twîtterê yê fermî yê HDP'ê hatiye kirin û biryar biryara MYK HDP'ê ye. Ji ber vê dozgerê danişînê îdia kir ku Beştaş li gor "fermana rêxistinê" tev geriyaye û ji ber vê wê bi "endamtiya rêxistinê" û "tehrîkirina ji bo sûc" tawanbar kir û xwest ji 11 salan heta 25 salan Beştaş bê cezakirin.    Paşê Parêzer Mehdî Ozdemîr axivî û got ji bo bê tespîtkirina ka biryar ji aliyê MYK'ê ve hatiye dayîn an na, divê dosyeya doza ku Selahattîn Demîrştaş pê tê darizandin bê û wek şahid Demirtaş bê guhdarîkirin. Parêzeran ji bo li hemberî mutalaayê parêziyê bikin doza demê kirin.   Piştî parêziyan heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê da û biryar da ku di danişîna bê de daxwazên parêzerên Beştaşê bên nirxandin.    Doz taloqî meha Nîsanê hat kirin.