Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan 2018-02-13 12:28:19 RIHA - Polîsan endamên malbata Adîl Samur ê li Efrînê jiyana xwe ji dest da, di mala şînê de binçav kirin, berdan.  Malbata Adil Samur ê li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li taxa Mîshecerk a navçeya Pirsusê ya Rihayê mala şînê danîn. Polîsan di 12’ê Sibatê de bi ser mala şînê de girtin û bapîrê Samur Cindî, bavê wî Mehmet, apên wî Mahmut, Kadîr û Murat Samur binçav kirin. Polîsan endamên malbatê yên binçav kirin birin Midûryeta Polîsan û piştî îfadeya wan girtin, di saetên derengiya şevê de berdan.