Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan 2018-02-13 12:13:07 STENBOL-Parzerên Ocalan ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re çê bikin 730 carî serî li serdozgeriyê dane.  Parêzer Mazlûm Dînç, Ebrû Gunay û Mûharrem Şahîn ji bo sibê li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdana parêzan, ji 27’ê Tîrmeha 2017’an heta niha ji bo hevdîtinê parêzeran bi giştî 730 carî serî li serdozgeriyê dane.    Heta niha 729 serlêdanên parêzeran bi hincetên wek “Rewşa hewayê nebaş e”, “Koster xerabe ye” û “Rewşa Awarte” tên redkirin.