Danişîna hunermend Suavî taloq bû 2018-02-13 11:26:02 ÎZMÎR – Danişîna doza Hunermend Suavî ya bi îdiya “Heqaret li Serokomar kiriye” li ser daxwaza parêzeran taloq bû.  Di 29’ê cotmeha 2016’an de Hunermend Mehmet Suavî Saygan beşdarî şahiyekê bû û bi hinceta “Heqaret li Serokomar kiriye” doz lê hat vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê hat dîtin. Suavî û parêzerên xwe amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir.    Parêzerên Sûavî diyar kirin ku pêwîste doz bê girtin. Parêzeran xwest ku têkildarî binyadî ji bo parastina xwe ragihînin dem dirêj bibe.    Heyeta dadgeha jî bi boneya parêzer dikaribin têkildarî binyadî beyanên xwe ragihînin danişînê taloqî 17’ê nîsana 2018’an kir.