Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin 2018-02-13 11:25:41 BALIKESÎR - Polîsan li Balikesîrê di operasyona medyaya civakî de, 9 kesên di nav de endam û rêveberên Egîtim Sen, EMP û ODP’ê hene, bi hinceta êrîşên li ser Efrînê parvekirine, binçav kirin.  Li navçeyên Edremît , Ayvalik û navenda Balikesîrê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û bi hinceta êrîşên TSK û komên hevkarên wan ên li ser Efrînê di medya civakî de şermezar kirin û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman, 9 kes binçav kirin.  9 kesên di navde endam û rêveberên Egîtîm Senê, Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Piştevaniya Azadiyê (ODP) hene, birin Şaxa Midûryeta  TEM’ê ya Balikesîrê.   Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Endamê Lijneya Rêveberiya Egîtîm Sena Edremîtê Kemal Yadirgi, Sekreterê Abarî ya Şaxa Egîtîm Sena Balikesîrê Îbrahîm Coşkun, Endamên EMEP’ê Îbrahîm Gumuştaş, Mehmet Tank, Fatma Gun, Erdînç Kirova, Suleyman Demîrozer, Kamîl Yadirgi û Serokê ODP’ê yê Ayvalikê Kemal Guzuyaşli.