Nûçegihanê me Kanbal hat berdan 2018-02-13 11:04:35   ÎZMÎR – Nûçegihanê me Ahmet Kanbal ê çend roj berê hatibû binçavkirin û hatibû berdan, ji ber dozgeriyê biryara zevtkirinê ya li ser dosyeyê betal nekiribû dîsa hatibû binçavkirin. Piştî nivîs ji dozgeriyê re hat nivîsandin Kanbal hat berdan.    Nûçegihanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal ê di çend roj berê di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatibû berdan. Lê belê ji ber dozgeriyê biryara zevtkirinê ya li ser dosyeya Kanbal betal nekiribû duh êvarî dîsa hat binçavkirin û bi şev li Navenda Polîsan a Çarşiyê ya Karşiyakayê hat rawestandin. Piştî parêzeran bi Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê re hevdîtin çê kir, dozgeriyê biryarê betal kir û Kanbal jî piştî venêrîna tenduristiyê hat berdan.    Kanbal got ew ê gilî bike.