Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin 2018-02-13 10:01:17 HATAY – Li Hatayê, siyasetmedar, nûnerên sendîkavan û rêxistinên mafên mirovan jî di nav de 27 kes hatin binçavkirin.  Hat diyarkirin ku ji bert tev li daxuyaniyên têkildarî êrîşa li ser Efrînê bûne hatine binçavkirin. Li Hatayê vê sibehê polîsan bi awayekî hevwext avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan ên li navçeyên Antakya, Defne û Samandagiyê de hat diyarkirin ku mal tev li hev kirin. Polîsan gelek amûr jî desteser kirin. Hat diyarkirin ku piştî lêgerînan jî hevserokên HDP’î jî di nav de 27 kes hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ji ber tev li daxuyaniyên êrîşên li dijî Efrînê bûne hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin dê wan bibin Muduriyeta Polîsan a Hatayê û dibe ku hejmara kesên binçavkirî zêdetir bibe.   Navê hin kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokên HDP’ê yên bajêr Sûltan Başaran û Kerem Nalbant, Hevserokê HDP’ê yê Samandagiyê Adnan Eryilmaz, Hevserokê HDP’ê yê Defneyê Mîthat Mîroglû, Hevseroka SYKP’ê ya Hatayê Hulya Kavûk, Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Hatayê Yûsûf Berkyurek, rêveberên HDP’ê Dîlek Daplan û Seher Cevheroglû û parêzer Çetîn Sakalli.   'JI ŞERÊ LI EFRÎNÊ RE NA’   Hin kesên hatin binçavkirin jî di nav de, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê di 22’yê Çileyê de der barê operasyona li hemberî Efrînê de daxuyanî dabûn. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê ku gotin “Ji şerê li Efrînê re na” di daxuyaniya xwe de ev tişt gotibûn: “Em parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl û kedê yên li Hatayê dixwazin îktîdara siyasî bi hindazetî tev bigere. Tevî vê em dixwazin çapemeniya berbelav jî dev ji qajqajokiya şer berde û em zimanê ku şer sor dike şermezar dikin. Em bang li çapemeniyê dikin ku ne şer, lê guh bide kesên ehlê aramî, aştî û biratiyê ne. Bi kurt û kurmancî divê îktîdara siyasî operasyonên xwe yên leşkerî bi dawî bike. Dawî li polîtîkayên şerî bîne. Divê li Tirkiyeyê û li derve polîtîkayên aştiyane bi pêş ve bixe û ji bo peydakirina aştiyê divê demildest têkeve nava hewldanan.”   LI ÎSKENDERÛNÊ JÎ 5 KES HATIN GIRTIN   Li Îskenderûnê jî 2 roj berê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kiribûn. Piştî îfadeya li midûriyeta polisan 5 kes sewqî Edliyeya Îskenderûnê kirin. Dozgeriyê ji ber parvekirinên medyay civakî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê M.G., R.G., A.G., A.Y. û  Ş.D. sewqî dadweriya lêpirsînê kir. Dadweriyê jî bi heman îdiayê her pênc kes girtin û şandin girtîgehê.