Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin 2018-02-13 09:09:40 MANÎSA - Rojnameger Îbrahîm Coşkun ji ber ku di maşîneya wî de rojanameya Ozgurlukçu Demokrasî derket, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin, dê di 23'yê Sibatê de derkeve pêşberî dadger. Rojnameger Îbrahîm Coşkun ê Manîsayê dijî, di maşîneya wî de 102 rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasiyê derketin, Serdozgerê Komarê yê Turgutluyê der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin û lêpirsîn vegeriya dozê. Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" îdianameya der barê Coşkun de hat amadekirin, 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê îdiamane qebûl kir. Danişîna dozê dê di 23'yê Sibatê de bê dîtin. Coşkun ji ber ku berê ji hin dosyayan hatiye beraetkirin, nûçeyên der barê wî de hatine weşandin, wekî delîsa sûc hat dîtin.   Di 25'ê Tebaxa 2016'an di rojnameyê de nûçeya bi sernavê "Tirkiye di cinayetê transan de yekemîn e" û nûçeyên der barê Endama Lijneya Şêwirmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin nivîskar Asli Erdogan jî wekî delîla sûc hat hesibandin.   DOSYAYA JÊ BERAET BÛ, WEKÎ DELÎL DAN NÎŞAN   Coşkun di sala 1996'an de hêj 15 salî ye, bi îdiaya li Mûşê "Kes tev li rêxistinê kiriye" tê darizandin, doza jê tê beraetkirin, dozger beyî ku balê bikişîne ser naveroka dosyaya beraet û dîroka dozê, di îdianameyê de ev nirxandin kir: "Di dîroka 09/05/2017'an de, Miduryeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Miduryeta Emniyeta Manîsayê, ka têliliya vî kesî bi rêxistina terorê ya PKK/KCK'ê re heye an na, lêkolîn daye destpêkirin. Di nivîsa bersivdayînê ya di dîroka 20/03/2007'an de, li Miduryeta Emniyeta Mûşê hatiye, 'Ev kes ji bo tev li rêxistina terorê ya PKK'ê bibe çûye çoltarê' û di vê çarçoveyê de agahî hatine bi dest xistin."   PIŞTÎ 15 MEHAN BERSIV HAT   Piştî 15 mehan di 26'ê Kanûna 2017'an de bersiva ku hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Rojnameya ku bûye mijar, der barê midura karê nivîsê ya rojnameyê û rêveberiya weşana giştî de bi hejmara dosyayê ya 2016/114033'yan ji ber ku weşanên rêxistina terorê çap kirine û nivîsî ne, gel di warê kîn û nefretê de sor kirine û propagandaya rêxistinê kirine, doza cemaweriyê hatiye vekirin."