11 kes li Farqînê hatin binçavkirin 2018-02-12 16:11:33 AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser malên endam û rêveberên DBP'ê de girt û herî kêm 11 kes binçav kirin.  Li navçeya Farqinê ya Amedê di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsên girêdayî TEM’ê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên DBP'ê jî di navde herî kêm 11 kes  binçav kirin.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Mele Huseyin Donen, Ethem Aşurogu, Mehmet Karakoç, Ugur Karakoç, Akkan Başaran, Ethem Eker, Yunus Emre Ergîn, Osman Ezer, Eyyup Bakici, Dogan Tuncer û Îbrahim Fidan. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin birin Amedê û dibe ku hêjmara kesên hatibin binçavkirin gelek zêde bin.