Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê 2018-02-12 13:34:59 EFRÎN - TSK derpêş dike ku ew li Efrînê "bi hesasiyet nêzî sivîlan dibin", lê Mihemed Horo yê 75 salî yê OSO'yê ew îşkence kiri rakirin nexweşxaneyê.    Sivîlên di êrîşên hewayî û bejahiyî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li dijî Efrînê de zirarê dibînin ji hêla Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve dîmen û wêneyên wan hatibûn kişandin. Ji wêneyan jî dixuyê ku ka komên ku navê OSO'yê li wan hatiye kirin çi dikin ji sivîlan. Di êrîşa duh a li dijî gundê Husê yê navçeya Şera ya Efrînê de, Lewendê 2 salî bi perçeyên şerapnelê bi giranî birîndar bûbû. Lewend, li Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê tê tedawîkirin.    Li gundê Serîncekê, dema Mihemed Horoyê 75 salî doza pezên xwe yên hatin dizîn kir, endamên komên bi navê OSO ew îşkence kirin. Horo jî li Nexweşxaneya Avrînê tê tedawîkirin.    MA / Erdogan Altan