Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn 2018-02-12 13:20:58 STENBOL - Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê xwestibû daxilî doza birayên Altan û Nazli Ilicakê bibin. Heyeta dadgehê daxwaz qebûl kir.  Danişîna 5'emîn a doza rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan, akademîsyen Mehmet Altan û rojnamevan Nazli Ilcak jî di nav de 6 jê girtî 7 kes ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê dest pê kir. Birayên Altan ji girtîgehê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn û Nazli Ilicak, Şukru Tûgrûl Ozşengul, Yakûp Şîmşek, Fevzî Yazici yên girtî û Tîbet Mûrat Sanlimanê ku bi awayekî negirtî tê darizandin li eywanan danişînê amade bûn.    SEROKWEZÎRTÎ TEV LI DOZÊ BÛ    Di danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê xwestibû daxilî dozê binin û dadgehê daxwaza wan qebûl kir. Di danişînê de belgeya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê bersûc Fevzî Yazici de şand dadgehê hat xwendin. Hat îdiakirin ku ev belgeya ku di sala 2015'an de Fethullah Gulen ji bo 63 gumanbar bên berdan ji dadwer Metîn Ozçelîk û Mûstafa Beşerên re şandiye li mala Gerînendeyê Dîtbariyê yê Rojnameya Zamanê Fevzî Yazici hatiye bidestxistin. Piştî belge hat xwendin, Yazici bi lêv kir ku belge sixte ye û belgeya ku tê îdiakirin nameya ku Fethullah Gulen di 22'yê Kanûna 2013'an de ji Serokwezîrê Abdûllah Gul re şandiye bi xwe ye û bi fotoshopê veguherandine belgeyê.    Dê danişîn piştî nîvro bi beyanên Yazici berdewam bike.