Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê 2018-02-12 13:07:54 EFRÎN - Fermandarê Ceyş El Suwar Mihemed Zaza, diyar kir ku bi êrîşên TSK’ê yên li ser Efrînê re tu têkiliya wan û OSO bi hevre tuneye û wiha got: “Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe me hemûyan dike maşik. Komên girêdayî xwe avakirine. AKP'ê, DAIŞ û El Nusra veguherandine OSO’yê.” Êrîşên  Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevakarên wê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li ser Efrînê di roja 24’an de jî berdewam dikin. Hezên di bin banê (Artîşa Şoreşgeran) Ceyş El Suwar de kom bûn, diyar kirin ku OSO’yên rast ew bi xwene û wiha gotin: “Ji bo şoreşa Sûriyeyê em têdikoşin. Ên ku êrîşî Efrînê dikin, DAIŞ’ên ‘netewî û xwe cihî’ yên Erdogan û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku navê wê yê berê El Nusra bû.    ‘AKP’Ê JI ME XWEST EM JÎ ŞER BIKIN’   Yek ji fermandarên Ceyş El Suwar Mihemed Zaza ku ji navçeya Nahsen a Îdlîbê ye, diyar kir ku ew beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûye û wiha axivî: “Li Îdlîbê sala 2013’an me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Berê em bi Tirkiyeyê re dinava  têkiliyan debûn. Piştî DAIŞ pêşket û şûn de Tirkiyeyê li dijî me polîtîkayên xwe guhertin.”   Zaza, bal kişand ser daxwazên Tirkiyeyê yên berî ji wan kirin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê berê ji me xwest em li Kobanê û Girê Spî şer bikin. Tirkiyeyê xwest em li dijî kurdan şer bikin. Me weke Mertalên Firatê kom avakir. Em jî dest pê kê  li wir bûn, lê gava Nusracî hatin, em ji wir derketin. Nusraciyên payebilind ên li Îdlîbê, niha hemû li Tirkiyeyê ne. Niha hemû dibêjin ew OSO’yîne. Lê ne raste. Em hemû ji Sûriyeyê ne. Ên ku niha li dijî Efrînê şer dikin ne OSO ne, DAIŞ û Nusracîne. OSO gel û baweriyan ji hev cûda nakin. Ji bo tevahiya  Sûriyeyê şer dikin. Tirkiye hewl dide ji bo berjewendiyên xwe em hemûyan bixapîne. AKP’ê DAIŞ û El Nusra veguherandin OSO’yê.”    ‘KURD DOSTÊN ME NE’   Zaza, bang li Sûriyeyiyên dibin navê OSO de êrîşî Efrînê dikin jî kir û wiha bilêv kir: “Cindirêz, Reco, Bilbilê, Şiya û Şêrewan jî axa Sûriyeyê ne. Li dijî kurdan şer nekin, ew dostên mene. Dixwazin em şerê hev bikin. Gava me dest vê rêyê kir, me gotibû em ê rejîma Baasê ya zilmê li gelan dikin têk bibin. Armanca me ne ew e ku em êrîşê kurdên mezlum bikin û wan bikuşin. Divê hemû kes vê yekê bibîne û bi zanibe.”   ‘XWESTIN ME TUNE BIKIN’   Yek ji fermandarên herêmê yê OSO yê ji Îdlîbê Ehmed Zeytar jî, diyar kir ku HTŞ dixwaze OSO’yê bi xwe ve girê bide û wiha axivî: “Ji ber vê yekê gelek caran êrîş kirin. Ji ber van êrîşan gelek hevalên me hatin qetilkirin. Dûre em derbasî Efrînê bûm û beşdarî Ceyş El Suwar (Artêkaş Şoreşgeran” bûm.    ‘EW NE OSO NE’    Zeytar, da zanîn ku dibêjin li dijî hêzên QSD’ê OSO şer dike û wiha axivî: “Tiştekê wiha tuneye. Ew hemû komên çeteyane. Em wan hemûyan baş nas dikin. Ji Efrîqayê, Yemenê, Sîna, Ozbekîstan û Tacîkîstanê hatin û dibin navê OSO de şer dikin. OSO’yên rast li virin. Cihê xwe ligel gelên Sûriyeyê digirin. Li wir OSO’yek tenê jî tuneye. Dixwazin wan li Îdlîb û Efrînê bidin şer kirin. Divê kes neyê vê yekê. Em ê van polîtîkayan vale derbixin.”   MA / Nazim Daştan- Selamî Aslan