Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin 2018-02-12 12:35:58 EFRÎN -  Rêxistinên Civaka Sivîl ên Efrînê ji bo kesên li Efrînê sûcê şer kirine li Dîwana Edaletê ya Laheyê bên darizandin kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Dê îmzeyan ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan û edaletê yên navneteweyî re bişînin.  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, 24 rojin didomin. Ji bo dawî li êrîşan bê û tazmîna zirara sivîlan bê dayîn, Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Efrînê ketin nava liv û tevgerê. Meclîsa Edaleta Civakiyî, Komeleya Mafên Mirovan û Yekîtiya Parêzeran ên li Efrînê, li ser daxwaza efrîniyan têkildarî sûcên şerî yên li Efrînê kampanyayên îmzeyan dan destpêkirin. Kampanya di bin du sernavan de hatin amadekirin û di kampanyaya ewil de, ji bo şerê li dijî Efrînê raweste 100 hezar îmze wekî hedef hatin diyarkirin û ya din jî ji bo sivîlên di şer de jiyana xwe ji dest dane û zirara wan hezar îmze hatine wek hedef hatin diyarkirin. Di kategoriya van îmzeyan de tê daxwazkirin ku kesên biryara şer dane û yên vî sûcî dikin di dadgehên navnetewî de bên darizandin. Kampanyaya îmzeyan 3 rojin hatiye destpêkirin û heta niha ji sedî 80 îmzeyên ku dihat xwestin bên berhevkirin hatine berhevkirin.    EM Ê SERÎ LI DADGEHÊN NAVNETEWÎ BIDIN    Berdevkê Meclîsa Edaletê yê Kantona Efrînê Mihemed Reşo têkildarî mijarê axivî û anî ziman ku di êrîşan de gelek sivîl mirine û tiştên tên kirin di çarçoveya sûcê şer de ne. Reşo diyar kir ku bi taybetî jî kesên li gundên li nêzî sînor dijîn jiyana xwe ji dest dane an jî malên wan hatine talankirin. Reşo got: "Em ê daxwaz bikin ku ev kesên şer dane destpêkirin û van cinayetan pêk tînin di dadgehên navnetewî de bên cezakirin."    SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Xelîl jî, destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê yên li hemberî warên sivîlan, kaniyên avê û deverên dîrokî li gor huqûqa navnetewî di çarçoveya sûcê şer de ne. Xelîl got heta niha bi dehan zarok mirine û jixwe tiştên xwe didin der jî nîşan dide ku hedef sivîl in.    WÊ VEGUHÊZÎNIN LAHEYÊ    Endamê Yekîtiya Parêzeran Ebbas Ehmed jî, anî ziman ku ew huqûqnas van êrîşan şermezar dikin û ew ê van îmzeyan ji saziyên edalet û mafên mirovan ên navnetewî re bişînin. Ehmed, destnîşan kir ku bi taybetî ji bo kesên vî sûcê şerî dikin di Dîwana Edalet ê ya Laheyê de bên darizandin ew ê tev bigerin û bixebitin. Her wiha hat gotin wê ev îmze ji Neteweyên Yekbûyî (YE) û gelek saziyên navneteweyî re bên şandin.    MA / Nazim Daştan- Selamî Aslan