Li Wanê jinek hat kuştin 2018-02-12 11:15:33 WAN- Ahmet Temelê ku hefteya borî hevjîna xwe Hafîfe Temel kuşt û hat binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan. Her wiha duh dîsa Temel hat binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.  Li Taxa Bostanîçî ya Riya Armûşê ya Wanê, hat diyarkirin ku zilamê bi navê Ahmet Temel, di 8'ê Sibatê de hevjîna xwe Hafîfe Temel kuştiye. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Ahmet Temel bi qundaxa çekê li serê hevjîna xwe xistiye û hevjîna wî heta demekê bi awayekî birîndar li erdê hatiye sekinandin û paşê dema ew rakirina Nexweşxaneya Lokman Hekîmê ji ber zêde xwîn jê çûye miriye.    Piştî H.T. li Goristana Karşiyakayê hat definkirin, di heman rojê de A.T. hat binçavkirin. Dozgeriyê piştî karên îfadedayînê A.T. berda û piştî bûyerê 3 rojan şûn de dubare A.T. hat binçavkirin û dozgeriyê dîsa ew berda.