Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin 2021-09-21 15:31:55   STENBOL - Danişîna doza ku nûçegihanê me Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser jê tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna 5’emîn a doza ku nûçegihanê me Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Danişîna ku Topaloglû beşdar nebûyî de Eser û parêzerê mudafî Mahmût Erol û Sercan Korkmaz amade bûn.    Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de parêzer Mahmût Erol mafê axaftinê girt, xwest ku dev ji guhdarkirina Ozgur Baran ê derbarê Eser û Topaloglû de îfade da bê berdan û têkildarî dosyayê biryar were dayîn. Parêzer Sercan Korkmaz jî xwest ku qedexeya derketina derveyî welat a derbarê Eser û Topaloglû de were rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dûvre, şandeya dadgehê, daxwaza her du parêzeran jî qebûl nekir. Dadgehê biryar da ku ji navnîşana Ozgur Baran ê heta niha beşdarî danişîna nebûyî re tebligat were nivîsîn, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe û danişîn taloqî 18’ê mijdarê kir.