Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin 2021-09-21 13:59:21   AMED - Parêzeran xwest darizandina parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Tayîp Temel ji Doza KCK’ê ji ber destnedayîna wan were sekinandin, lê dadgehê xwestekê red kir.    Gelek siyasetmedarên kurd ji “Doza KCK’ê” tên darizandin. Di doza Sereke ya KCK’ê de gelek siyasetmedaran ceza xwaribû û gelek siyasetmedar beraet bûbûn. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de 36 kes tên darizandin. Dadgeha Bilind dozê xera kiribû û ji nû ve ev doz hat lidarxistin. Danişîna Doza KCK’ê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Zeynel Mat di danişînê de amade bû û Şaredarê Geverê yê berê Mehmet Salîh Yildiz jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Pero Dundar û Tayîp Temel beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan Serhat Eren û Mehmet Oner li eywana danişînê amade bûn. Parêzeran xwest ji ber miwekîlên wan parlamenter in darizandina wan were sekinandin û qedexeya derketina derveyî welat a Temel were rakirin.    DAXWAZA SEKINANDINA DARIZANDINÊ HAT REDKIRIN    Şandeya dadgehê got Dundar û Temel piştî tarîxa sûc bûne mebus û daxwaza parêzeran a sekinandina darizandinê red kir. Dadgehê sepana qedexeya derketina derve ya li ser Tayîp Temel rakir. Şandeyê xwest ji bo siyasetmedarên beşdarî danişînê nebûne daxwazname were şendin û derbarê yên beşdar nabin de jî biryara girtinê were dayîn û dozê taloqî 23’ê kanûnê kir.