TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev 2021-09-21 13:40:27   WAN - TJA, ji bo bernameya xwe ya çalakiyan a serdema nû diyar bike li Wanê bi saziyên jinan ên bajêr re hat gel hev.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameya xwe ya çalakiyan a serdema nû ku li Wanê pêk bîne de bi saziyên jinan re hat gel hev. Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka DBP’ê Gulderen Varli, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û gelek jin beşdarî hevdîtina ku li Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk hat bûn. Jinan li eywanê pankartên “Li dijî qirkirin jînê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin” , “Êdî bes e ji nijadperestî û zayendperestiyê re!”, “Dem dema azadiya jinê ye”, “Jinên ciwan li pêşeroja xwe xwedi derdikevin” û “Em xwe diparêzin” daliqandin.    Jinên ku ber stranan govend gerandin her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” berz kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Denîz Oztekîn di hevdîtinê de axivî. Oztekîn, diyar kir ku ji ber pandemiyê hevdîtinên bi tevlîbûnên berfireh nikarîn pêk bînin û wê di civînê de nîqaşên girîng bikin û têkildarî pêvajoya li pêşiya wan wê biryara bidin ku wê çi bikin.   Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.