Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin 2021-09-21 13:11:09 ENQERE - Ji ber serokê şandeya dadgeha li Doza Kobanê dinêre, temasiya wî ya Kovîd-19’ê derket, li ser daxwaza parêzeran danişîn taloıqî roja pêncşemê hat kirin.  Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endam û rêveberên MYK’a HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin.    Li ewyana rûniştina dozê siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ne amade bûn.    Selhattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedarên din ên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Xizmên siyasetmedarên girtî û parlamenterên HDP’ê dozê şopandin.    SEROKÊ DADGEHÊ TEMASÎ PÊKETIYEK KORONAYÊ KIRIYE    Endamên şandeya dadgehê li cihê xwe rûniştin û hat dîtin ku îro şandeyek cuda li dozê dinêre. Hat destnîşankirin ku ji ber serokê şandeya dadgehê temasa wî bi xizmek wî ku bi koronayê (Kovîd-19) ketiye re heye, lewma şandeyek demkî li dozê nihêrî.    Li ser vê agahdarkirinê parêzerên dozê xwestin rûniştina dozê were taloqkirin. Ü   PARÊZER Û SIYASETMEDARAN XWEST DOZ WERE TALOQKIRIN    Tevî vê daxwaza parêzeran jî serokê şandeya dadgehê yê demkî xwest siyasetmedarên girtî parastina xwe bikin.    Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt û got: “Naxêr, ez naxwazim parastina xwe bikim. Ez beşdarî daxwaza parêzerên xwe dibim.” Gultan Kişanak jî got ew beşdarî daxwaza parêzeran dibe û xwest navber bidin danişînê. Siyasetmedarên din jî ku axivîn daxwaza parêzeran dubare kirin.    Dozgerê dozê got divê hemû çarçoveya dosyeyê li ber çavan were girtin û biryara dewama girtina siyasetmedaran da.      WÊ DI 23’YÊ ÎLONÊ DE DOZ BIDOME    Piştî biryara dozger, şandeya demkî li ser daxwaza parêzeran û siyasetmedaran neçar ma ku danişînê taloqî 23’ê îlonê roja pêncşemê bike. Piştî vê biryarê rûniştina dozê bi dawî bû.