Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin 2021-09-21 12:47:09   XARPÊT - Li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 2, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de “lêgerîna dev” li girtiyan tê ferzkirin.    Hat ragihandin ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 2, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de “lêgerîna dev” li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn, ragihandin ku di dema sewqên nexweşxaneyê de, cenderme di bin navê “lêgerînê” de legerîna hundirê dev li wan ferz dikin. Girtiyên ku bertek nîşanî pêkanîna derveyî mirovahiyê dan, çûyîna nexweşxaneyê qebûl nakin.    Girtiyan derbarê binpêkirinên mafan de banga hestiyariyê li raya giştî û saziyên civakî yên sivîl ku bi mafên mirovan re mijûl dibin kirin.