Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir 2021-09-21 12:18:38 RIHA - Emîne Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomîne, têkildarî çalakiya xwe ya roja înê ku dikeve roja 200’emîn, banga piştevaniyê li hemû parêzeran kir û wiha got: “Em li vir du kes in pêwistiya me bi alîkariya parêzeran heye.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 197’emîn de didome. Di saetên serê sibê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin “Li Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin rûniştin û bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe ya îro kirin.    Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku wê di nobeta roja înê ku dikeve roja 200’emîn de, wê bi 200 parêzeran re daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Li vir zilmê li me dikin, li me dan û em binçav kirin. Polîs her gava me dişopînin. Em nêzî 200 roj in li vir tenê zilmê dibînin. Em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe û edalet pêk were. Dozgeran deriyên xwe li me girtine naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Êdî nikarim li malê bisekinim. Bila roja înê hemû parêzer li vir bibin, çiqas parêzer hene bila agahiyê bidin hevalên xwe û werin vê derê. Em li vir du kes in, pêwistiya me bi alîkariya parêzeran heye. Dema min ew li vir dîtin hindik be jî ez kêfxweş dibim, bila werin min keyfxweş bikin.”   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê komkujî heye. Biryara nepen a 3 sal in ser dozê ye didome. Peyv têra nakin ku em bêedaletiya dijîn vebêjin.”