Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn 2021-09-21 12:18:20   ENQERE - Di doza Komkujiya Vartinisê de derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Bulent Karaoglu de biryara girtinê hat derxistin.    Li bajaroka Vartinis a bi ser navçeya Korkûta Mûşê ve di 3’ê cotmeha sala 1993’yan eskeran bi ser gund de girtibû û malên gund gulebaran kiribûn. Di êrişê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê vê komkujiyê de doz hat vekirin. Doz wek Doza Komkujiya Vartinisê tê nasîn. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat lidarxistin. Piştî ku dadgeha bilind dosyeyê xera kiribû ku biryara ji nûve dadgehkirina dozê dabû û danişîna ewil a dozê hat lidarxistin. Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê Bulent Karaoglû yê wê demê di dozê de wek bersûc hat darizandin.    Parêzerên malbatê Kadîr Karaçelik, Fuat Ozgul, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz, Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol, xizmên malbata qurbanî di danişînê de amade bûn. Bersûc Bulent Karaoglu hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Parêzera wî Emîne Delîhasanoglu beşdar bû.    Ferdên malbata qurbanî kubeşdarî danişînê bûn xwestin bersûc were cezakirin.    Parêzerên malbatê jî parastinê kirin û xwestin bersûc were girtinê. Parêzeran da zanîn ku divê delîlên komkujiyê neyên reşkirin û lazim e doz bi demboriyê re rûbirû nemîne.    BIRYARA GIRTINÊ    Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê bersûc Karaoglu de biryara girtinê derxist. Şandeyê danişînek din taloqî 4’ê mijdarê kir.