Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin 2021-09-21 11:56:34   MÊRDÎN - Tîmên Şaredariya Qoserê yên di bin rêveberiya qeyûm de tenûrên aydî şêniyên taxê bi kepçeyan hilweşandin.    Tîmên Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê yên di bin rêveberiya qeyûm de ne, tenûrên li taxa Tûrgût Ozal bi kepçeyan hilweşandin. Ji bo hilweşandinê jî çêkirina tenûran a ser erdê şaredariyê weke hêcet hat nîşandan. Ligel bertekên şêniyên taxê jî tenûr hatin hilweşandin. Hat diyarkirin ku wê şardarî erdê şûna tenûran ji bo eywana sporê bide kolejeke taybet.    Yek ji şêniyên taxê Cahît Tan, diyar kir ku hemû şêniyên taxê ew tenûr bikardianîn û wiha got: “Erdê şaredariyê erdê cemaweriyê ye. Ev tenûrên li vir jî aîdî cemaweriyê ne. Şêniyên taxê kengî dixwest ji xwe re li vir nan dipehtin.”