Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin 2021-09-21 11:55:50   ESKÎŞEHÎR - Bekîr Guven ê ji sedî 98 astengdar, ji ber 22 meh cezayê wî yê hefsê hat pejirandin, hat girtin. Rûkiye Guven a li hevjînê xwe dinêrî wiha got: “Xwarina wî jî min didayê. Niha di rewşeke çawa de ye em nizanin, em bi fikar in.”   Bekîr Guven ê beriya 5 salan teşhîsa nexweşiya “huntington” (nexweşiyeke ku dibe sedemê netevgerînê) danîn ser û rapora wî ya ji sedî 98 heye, hat girtin. Guven ê ku nikare tu pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bi cih bîne, li ser cezayê wî yê hefsê ku beriya 5 salan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 22 meh lê hatibû birîn, hat girtin. Ev ceza ji ber hat erêkirin Guven hat girtin û ew şandin Girtîgeha Eskîşehîrê. Ji ber nexweşîna Guven 24 saetan pêdiviya wî bi lênêrînê heye.    Hevjîna Guven, Rûkiye Guven a ji ajansa me re axivî û wiha got: “Hevjînê min di sala 2015’an de tevlî xebatên HDP’ê bû. Wê demê nexweşiya hevjînê min dest pê kiribû lê rewşa wî ne xerab bû. Di nava demê de nexweşiya wî pêş ket û ji sedî 98 rapora astengdariyê danê. Piştî sala 2015’yan bi hêceta parvekirinên medya sanal derbarê wî de 2 doz hatin vekirin. Ji ‘propagandaya rêxistinê’ 22 meh, ji ‘heqareta li Serokkomar’ salek û mehek cezayê hefsê lê hat birîn. Me ji bo her du biryaran serî li Dadgeha Îstînafê da. Îstînafê 22 meh cezayê hefsê pejirand, yê din hêj disekine.”   WÊ ÎTÎRAZÎ GIRTINÊ WERE KIRIN   Guven, bi lêv kir ku piştî Dadgeha Îstînafê 22 meh cezayê hefsê pejirand, derbarê hevjînê wê de biryara lêgerînê hatibû dayîn û wiha berdewam kir: “Teslîm nebû, ji xwe rewşeke wî ya wisa jî nîne. Nikare tena serê xwe li xwe binêre. Dema duh li pêş ocaxeke çayê rûdinişt polîsan ew birine girtîgehê. Em pişt re çûn girtîgehê lê nehiştin em bibînin. Em ê îro bi parêzerê xwe re serî li dozgeriyê bidin. Ji bo ku bişînin Saziya Tiba Edlî, em ê daxwaznameyekê bidin û îtîrazî girtina wî bikin.”   ‘EM BI FIKAR IN’   Guven, destnîşan kir ku 24 saetan ew li hevjînê xwe dinêre û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Xwarina wî jî min didayê. Ji serşûştina wî heta paqijiyê her tiştê wî ve ez eleqedar dibûm. Lê niha bi tena serê xwe dimîne, rewşa wî çawa ye nizanim. Ez û zarokên xwe bi fikarin. Ji ber ku ev nexweşî di demên stresê de zêdetir pêş ve diçe. Em bi xemgîn û fikar in.”