Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye 2021-09-21 11:48:53 ENQERE - Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Kenan Maçoglû got heke ew belgeya dozger di dosyeya Doza Kobanê de ji bîra kiriye heke were lêkolînkirin dê derkeve holê ku ev doz dozek komployê ye.  Danişîna 4’emîn a Doza Kobanê ku 108 siyasetmedarên HDP’yî jê tên darizandin di roja 2’yemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. Gelek parêzer di danişînê de amade ne û parastina miwekîlên xwe dikin.    Parêzerên dozê dibêjin ku li hember siyasetmedaran sepanên taybet û bêhiqûqî pêk tê. Parêzer dibêjin di Îdianameya Doza Kobanê de 5 rûpel belgeyên aydî Miduriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Enqereyê hatiye jibîrkirin.    ‘HEKE EW BELGE WERE LÊKOLÎNKIRIN DÊ KOMPLOYÊ BIBÎNIN’    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Kenan Maçoglû derbarê wê belgeyê de axivî û got ew belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîr kiriye di 14’ê hezîranê de pêşkêşî dadgehê kirine û hêj derbarê wê de tu bersiv wernegirtine. Maçoglû destnîşan kir ku heke ew belgeya dozger di dosyeya Doza Kobanê de ji bîra kiriye heke were lêkolînkirin dê derkeve holê ku ev doz dozek komployê ye.