Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin 2018-02-12 09:35:14   HATAY - Esnafên Sûka Uzunê, diyar kirin ku ji ber krîza aborî ya bi OHAL’ê re mezin bû û êrîşên li ser Efrînê her ku diçe karê wan xerab dibe û gotin: “Divê rayedarên dewletê berî her tiştî pirsgirêka siyasî ya heyî çareser bikin û demildest dawî li şerê Efrînê bînin ku karibin krîza me jî çareser bikin.”    Ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê yên li ser Efrînê û OHAL a li welat hatî îlankirin her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Ji ber êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê yên li ser Efrînê herî zêde dukanên Hatayê bi bandor dibin û gehiştine asta girtinê. Esnaf Davut Ozsoy ê 20 salin li Sûka Uzun esnaftiyê dike, diyar kir ku bi îlan kirina OHAL’ê re karê wan kesan bûye û wiha axivî: “Niha jî şerê Sûriyê li vê yekê zêde bû. Rewşa me esnafan êdî li binê teştê daye.”   ‘YA DIBE LI DIKANDARAN DIBE’   Ozsoy, anî ziman ku bi OHAL’ê re krîza aborî jî hat û wiha got: “Hemû tişt buha kirin. Bi zamên kirin re pareyê kesekê neman. Pareyên gel milet heyî jî hemû diçe zamên fatureyan. Ji ber şerê Sûriyeyê bi salane kes nayê vê derê. Bi êrîşên li ser Efrînê re, êdî mirov newêrin ji malê xwe jî derbikevin. Ji ber şerê heyî dîsan em ê mexdûr bibin. Ya dibe li dikandaran dibe.”   ‘LIV Û TEVGERA BERÊ NEMAYE’   Yek ji esnafên din jî, anî ziman ku 20 salin dikandariyê dike û wiha axivî: “Di nava 20 salan de dikandariya herî xerap em dikin. Tu carî wisan rewşa dikandariya me xerab ne bû. Li ber serê me şer heye û kes naxwaze were Hatayê. Ji xwe ji ber krîza aborî ya bi OHAL’ê dest pê kir ne bes bû, vê carê jî êrîşên li dijî Efrînê li ser zêde bûn. Şerê Efrînê dê herî zêde li ser me bandor bike. Ger pêvajo wisan dom bike, em ê ji necarî dikanên xwe bigirin. Berê sûka me qerebalix bû. Ji derveyî bajêr gelek mirov dihatin, kirîn û firotin dikirin. Lê ji ber şerê heyî mirov ditirsin bên vê derê. Em hatine asta têkçûyînê.”   ‘JI BO SÛKA ME BI LIV Û TEVGER BIBE AŞTÎ ŞERTE’   Esnafekê din jî, da zanîn ku rewşa sûka wan li holê ye û wiha got: “Va ye hûn sûka me dibînin. Em li dû mêşan dikevin.” Dikandarek din ê 30 salin li sûkê dikandariyê dike jî, bilêv kir ku divê sûka wan ji vê krîzê bê derxistin û wiha  got: “Divê rayedarên dewletê berî her tiştî pirsgirêka siyasî ya heyî çareser bike û demildest dawî li şerê Efrînê bîne ku karibe krîza me jî çareser bike. Bajarê Hatayê ji şerê Sûriyeyê bi bandor dibe. Ji bo sûka me bi liv û tevger bibe, hem li welat û hem jî ji derveyî welat aştî şerte.”