Di doza KCD'ê de biryara mînak 2018-02-12 09:15:21 AMED - 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza dozger a der barê Serokê SES'ê yê berê Ramazan Kaval ya ji ber çûn û hatina wî ya KCD'ê û axaftinên wî heta 15 salan ceza xwestibû red kir û biryara beraetê da.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Serokê SES'ê ya Amedê yê berê Ramazan Kaval û gelek nûnerên Rêxistinên Demokratîk de di sala 2012'an de bi hinceta têkiliya wan bi PKK'ê re heye lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozger, piştî lêpirsînê der barê nûnerên Rêxistinên Demokratîk de biryara guhdarkirina telefonê derxist û der barê Serokê SES'ê yê berê Ramazan Kaval de di sala 2017'an de doz vekir. Îdîanameya ku Serdozgerê Komarê ya Amedê ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger der barê Ramazan Kaval de bi îdîaya çûye KCD'ê, beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûye û daxuyanî dane, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.    Dozger di îdîanameyê de îdîa kir ku ji ber li mexdûrên erdhejê xwedî derketiye baweriya li hemberî dewletê şikandiye. Dozger, îdîa kir ku Ramazan Kaval beşdari çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tev li daxuyaniyan bûye, goristana cenazeyên endamên PKK'ê ziyaret kiriye, tevî pêkhateyên KESK'ê alîkarî daye mexdûrên erdheja Wanê û bi vê yekê baweriya li hemberî dewletê biçûk xistiye.    DOZGER KETINA AVAHIYA KCD'Ê SÛC NÎŞAN DA   Dozger di berdewama îdîanameyê de ketina Ramazan  Kaval a KCD'ê sûc dît. Dozger parast ku Kaval di navbera sala 2012 û 2013'an de 8 caran ketiye avahiya KCD'ê û tevî nûnerên Rêxistinên Demokratîk tev li civînan bûye û bi sedema bi rêk û pêk çûye avahiya KCD'ê wekî endamê rêxistinê tawanbar kir.    8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî darizandinê daxwaza dozger a ji 7.5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê red kir û der barê Kaval de biryara beraetê da. Biryara dadgehê ji bo darizandinên endam û rêveberên KCD'ê bû biryarek mînak. Heta niha bi sedan endam û rêveberên KCD'ê ji ber van îdîayan tên darizandin. Piştî heyeta dadgehê biryara beraetê da, li bendê ye ku ev biryar ji bo darizandinên din jî esas bê girtin.    KCD bi pekhatiyên nivîskar, rewşenbir, siyasetmedar, parêzer, parazvanên mafên mirovan xebatê dimeşîne. KCD li 25 bajaran xebatê dimeşîne, Bi tevlêbûna 800 nûnerên Rêxistinên Civaka Demokratîk di 26-28'ê Cotmeha 2007’an de hatibû avakirin. Heri dawî hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di 31'ê Çile de hat girtin.    KCD, di xebatên xwe de li ser pirsgirêka kurd, ekolojî, mafên mirovan, aborî, çand, siyaset, pirsgirêkên civakî, bawerî û çareseriya demokratîk xebat dimeşîne.    MA / Denîz Tekîn