Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan 2018-02-12 09:05:28 ŞIRNEX - Yek ji xizmên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê Abdullah Şahîn der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegot û got: “Hemû mafên mirovan hatine astengkirin. Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyî.” Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê her ku diçe binpê kirinên mafan û êrîş li ser girtiyan zêdetir dibin. Bavê Yusuf Şahîn ê 2 salin li Girtîgeha Patnosê girtiye Abdullah Şahîn, derbarê derfetên giran ên girtîgehê, êrîş û bêmafiyên giran ên li ser girtiyan axivî.    ‘GIRTIYAN DERNAXIN REVÎRÊ’   Şahîn, diyar kir ku her roja diçe derfetên li girtîgehê xerabtir dibin û wiha axivî: “Xarinê hindik didin girtiyan. Veguhertinên qawîşan nakin. Ava germ û rojnameyan nadin girtiyan. Girtiyan dernaxin revîrê. Girtî terkê mirinê kirine. Hevdîtinên telefonê du hefteyan carekê pêk tînin. Girtî mehê carekê derdixin hevdîtinê. Her ku em diçin hevdîtinê saetek an jî du saetan me radiwestînin. Gava em rewşa girtiyan dibinîn em xemgîn dibin.”   Bav Şahîn, anî ziman ku cilên yek tîpî anîne girtîgehê û wiha got: “Cilên yek tîpî ferzî girtiyan dikin. Girtî vê pêkanînê qebûl nakin û li dijî vê yekê derdikevin. Di alîyek din de ku ser girtiyan de herin, dê girtî dest bi çalakiyê bikin.”   ‘DESTÛRÊ NADÎN AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ’   Şahîn, da zanîn ku hêjmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehê re ye û wiha bilêv kir: “Di hin qawîşan de 25 girtî lê dimînin. Her dawî gava çûm hevdîtina kurê xwe, ji min re got ‘Daxwaznameyên me li dijî êrîş û binpêkirinên mafan dan rayedarên girtîgehê, qebûl nekirin. Midûrê girtîgehê nêzîkatiyên provokatîf nîşanî girtiyan didin. Xarinê paqij naçêkin. Destûrê nadin ku em derbikevin qadên civakî.”    ‘KURÊ MIN JI 65 KÎLOYAN BÛYE 45 KÎLO’   Bavê Abdullah Şahîn, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê pêkanînên keyfî li ser girtiyan dimeşînin û wiha bi dawî kir: “Ji ber şert û mercên girtîgehê kurê min ji 65 kîloyan bûye 45 kîlo. Ji ber şertên xirab girtî bi nexweşîyên cûr bi cûr ketine û pir kîlo didin. Em pêkanîn û bêmafiyên giran ên li ser girtiyan qebûl nakin. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”