Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin 2018-02-11 12:04:46 EDENE - Hevalê girtiya nexweş Nazli Soglîn ya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsus girtî ye, aşkera kirin ku Soglîn bi hevalên xwe yên girtî re hatine derbkirin û xwestin Soglîn bê dermankirin. Girtiya nexweş Nazli Soglîn ya li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê girtî ye, bi rêya telefonê bi hevalê xwe re axivî û der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de agahî da. Soglîn bi rêya hevalê xwe Ufuk Demîr agahî da. Demîr ev tişt got: "Soglîn nexweşa giran e. Di mêjiyê wêde tumor heye, dilê wê mezin dibe, li ser kezeva wê leke, astim û di laşê wê de ba heye. 9 sal e di girtîgehê de ye û piştî ket girtîgehê, nexweşiyên wê dest pê kirin."   Demîr aşkera kir ku Soglîn berî 8 mehan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Erziromê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirine û li vir bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû mane, bi hevalên xwe re hatine derbkirin. Demîr bi lêv kir ku gardiyan ji ber sedema Efrînê ketine koxûşan û ew derb kirine û wiha got: "Ruxmê ku hevala Soglîn nexweş e ew jî derb kirine. Got ku 'Me ji ber derbkirinê rapor girt. Lê hêj tiştek nehatiye kirin. Hêj di laşê me de şopên derbkirinê hene.'"   'TIŞTEK BIBE BERPIRSYARÎ RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE'   Demîr destnîşan kir ku hewaya bi tên a Edeneyê bandorê li ser tenduristiya Soglîn dike, ji bo wê sewqî Îdir û Panosê bikin, daxwazname daye îdareya girtîgehê lê tu bersiv nedane. Demîr, diyar kir ku Soglîn nexweşa giran e û wiha pê de çû: "Got ku 'Li vir derman nakin. Ez nikarim bêhnê bistînim. Bersiv nedan daxwaza min jî. Binpêkirinên mafan gelekî zêde ne. Ji ber ku em tev li greva birçîbûnê bûn, 3 mehan cezayê ragihandin û hevdîtinê dan me. Heke li vir tiştek bi me bê berpirsyarî rêveberiya girtîgehê ye. Em dixwazin daxwazên wan ên sewq û dermankirinê bînin cih."